Siyamend Haco li Amûdê semînarekê pêşkêş dike
Di çarçoveya serdanên meydanî û hevdîtinên siyasî de, Serokê Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, li ARTA Café a li Bajarê Amûdê semînarek pêşkêş kir.
Haco ku li gel şanda bereyê ku ji Dîdar Mîro û Horan Hem pêk tê, li Kurdistana Sûriyê ye, di semînarê de behsa konfransê hevbeş û şanda Kurdî ku beriya çend rojan hatibû pêkanîn, kir ku di rojên pêş de ew şanda Kurdî biçe Şamê. Haco têde behsa nêrîn û helwestên Bereya Kurdistana Sûriyê di wê mijarê de kir.
Herwiha Siyamend Haco behsa zincîreya hevdîtinên xwe bi partiyên kurd û endamên şanda Kurdî re kir û tekez kir, ku şanda Kurdî bi biryarên konfransê hevbeş pabend be.
Li aliyekî din jî, Serokê Bereya Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, behsa helwestên welatên ewropî piştî ketina rejîmê di derbarê Sûriyê û doza kurd de kir, ku piştgir ji doza kurd re û danpêdana bi mafên tevahiya pêkhateyan.
Herwiha dj semînarê de beşdaran pirsên xwe arasteyî Siyamend Haco kir, di hejmarek ji kesên mijûlî karê siyasî, çandî û sîvîl beşdar bibûn.
Ofîsa Ragihandinê
Berê Kurdistana Sûriyê
14.06.2025
Wêne ji ARTA FM